Li Diyarbekirê barana gur bû sedema lehî û ziyanan

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, îro 12ê Gulanê piştî nîvro li pey firtoneyekê, barana xurt a ji nişkave bariya.
Bi barana gur û zêde û firtoneyê re, jiyana rojane li bajêr asteng bû, dar kokê ve ketin û rêyên nav bajêr bûn wekî golê.
Piştî baranê hin dar bi ser otomobîlan de ketin û ziyan dan wan. Herwiha bi taybet li navçeya Sûrê jî gelek xanî di bin avê de man û ziyaneke mezin gişt wan.
Li gorî zanyariyên keşnasiyê dê baran û firtone heta roja Înê bandora xwe bike.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




