Mesrûr Barzanî: Enerjiya paqij dikare bibe sektoreke mezin a pêsvebirina aboriyê

Mesrûr Barzanî: Enerjiya paqij dikare bibe sektoreke mezin a pêsvebirina aboriyê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê berê xwe dide çavkaniya paktir û erzantir a enerjiyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir; Herêma Kurdistanê ji bo siberojê, veberhênana enerjiya paktir û erzantir dike û got: "Enerjiya pak, dikare bibe sektoreke mezin di pêşvebirina aboriya me de."

Herêma Kurdistanê rojane 3 hezar megawatt elektrîk berhem tîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku çavkaniyên veberhênana elektrîkê bi vî awayî ne:

- Gaza sirûştî %76

- Nefta reş %13

- Hydro %7

- Dîzel %4

Projeyên sektora elektrîkê:

Hewlêr 118 proje

Silêmanî 244 proje

Duhok 44 proje

Germiyan 7 proje

Hêjayî gotinê ye, enerjiya paqij, enerjiya kesk û nûbûyî jî jê re tê gotin, ji wan çavkaniyên sirûştî têne berhemanîn ku dawî lê nayê, ango bi temamî ji sotemeniyên din ên weke petrol, karbon û gaza sirûştî cuda ye, ji ber ku evana dawî lê tê û ziyanê didin jîngehê.

Enerjî eger pak nebe, dibe sedema pîsbûna jîngehê ji ber çêbûna gazên zirarmend û zêdebûna germahiya hewayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin