Dê, bav û bebeka wan di qezayê de mirin

Dîroka Weşanê :
Dê, bav û bebeka wan di qezayê de mirin

PeyamaKurd – Li Ankara li navça Beypazarı otomobîla ku Mahir Çanak dajot, desthilata otomobîlê ji dest derket û di helan de 10 metre çû jêr. Di encamê de ajotvan Mahir Çanak (27), jina wî Zeynep Çanak (25) û bebeka wan ya 3 mehî di qezayê de can dan.

Kesên di rê de diçûn, xeberê dan tîmên pêwendîdar û dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê dîtin ku her sê di qezayê de can dane.