Dergehê neftê lîmana Umm Qesr hat girtin!

Dergehê neftê lîmana Umm Qesr hat girtin!

PeyamaKurd - Rayedarên Iraqî ji ber protestoyên li Besrayê Lîmana Umm Qesrê ya li başûrê welêt girtin.

Ji rêvebirên Departmana Gumrikê ya Keştîgeha Umm Qesrê hat ragihandin ku heta demeke ne diyar, ji deriyên keştîgehê ketin û derketin hat sekinandin. Ji bo vekirinê li gorî rewşa ewlehiyê paşê wê biryar bê dayîn.

Ji aliyê din ve Berdevkê Şirketên Keştîgehên Iraqê Enmar es-Safî jî got ku Kazim Fîncanê Wezîrê Ragihandinê ji çalakvanan daxwaz kiriye ku zirarê nedine "balafirgeh û keştîgehan". Safî got wezîr Fîncan gotiye ev çalakî û daxwaz meşrû ne lê divê çalakvan zirarê nedine avahiyên hikûmet û saziyên dewletê.

Ji sedî 80yî nefta Iraqê ji bîrên bajarê Besrayê tê derxistin lê li bajêr pirsgirêkên wekî çûyîna ceyranê, bêkarî, pirsgirêka avê û pêwîstiyên bingehîn rû dan û ji ber van kêmasiyan jî di 8ê Tîrmehê da çalakiyan dest pêkiribû.

Ji destpêka çalakiyan heta niha ji 20î zêdetir sivîl mirin û wezîfedarên ewlehiyê jî di nav da bi sedan kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin