PeyamaKurd – Radyo ya artêşa Îsraîlê ragihand ku li payîtexta Îsraîlê li Tel Avîvê li kolana Dizengoffê êrîşeka çekdarî pêkhatiye, di bûyerê de 2 kes mirine û herî kêm 4 kes birîndar bûne.
Gelek tîmên polîsan û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê. Tîmên lezgîn yên xizmetê ragihandiye ku ji birîndaran yek girane û bi temamî 4 birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxanê.
Polîsê îsraîlê ragihand ku êrîş bi temamî êrîşeka terorîstiye, misogere û ji bo êrîşker bidestxin, li herêmê xebatekî berfireh têkirin. Di daxwuyaniya polîs de xwestine ku hemwelatî terka malên xwe nekin û ji ciyê bûyerê dûr bisekinin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin