Di Hurmizê de êrîşê keştiya kargoyê kirin lê êrîşker nehatin zanîn bê kî ne

Di Hurmizê de êrîşê keştiya kargoyê kirin lê êrîşker nehatin zanîn bê kî ne

PeyamaKurd – Li ser Tengava Hurmizê piştî Îran û DYA li hev kirin, êrîşkerên nasnama wan nayê zanîn, di Tengavê de nêzî peravên Ummanê êrîş birin ser keştiya kargoyê. Bi fişekan li keştiyê xistin û di pirika keştiyê de xesar çêbû lê kuştin an birîndarî çênebû.

Ragihandina nûçeyê ji aliyê Dezga Bazirganiya Deryayî ya Îngîltere (UKMTO) de hat kirin. Meqamên pêwendîdar li ser rûdanê lêpirsîn dan destpêkirin û hişyarî dan keştiyên ku herêmê de derbas dibin. Eger qewimandinekî an rûdanekî bibe, divê yekser agahiyê bidin navenda UKMTOyê.

Êrîşa ser keştiya kargoyê nîşan dide ku kes an welatên ku naxwazin li herêmê aştî bibe, wê êrîşê kirine.