PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Biharê kamyon, pikap û otobusekî li hev ketin û di encamê de 13 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Tê gotin ku ajotvanê otobusê desthilata alava xwe wenda kiriye û lewra qeza çêbûye.
Qeza li devera Katiharê qewimî herkes seferber bû da birîndaran bişînin nexweşxanan.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de taziyeyên xwe ji bo candayiyên qwezayê ragihand û ji bo birîndaran şîfayê xwest.
Li ser qezayê car din li Hindistanê pirsgirêka nebaşiya rêyan ket rojevê û di medyayê de li ser mijarê munaqeşe destpêkirin.