PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta SÎstan-Belûcistanê li bajarê Zahîdanê piştî hinek kes avêtin ser qereqolekî şer destpêkir û di encamê de fermandarê îstîxbarata Îranê yê bajêr albay Ali Mûsewî di nav wan de bi temamî 19 kesan kuştin.
Ragihandin ji aliyê televizyona Îranê de hat kirin ku bûyer piştî limêja înê li bajarê Zahîdanê çêbûye û 19 kes hatine kuştin. Bûyer li ser kesekî ji hêzên ewlehiyê ku keçekî 15 salî tacîz kiriye derketiye û piştî limêja înê destpêkiriye.
Piştî derketina şer hinek bankayên dewletê, avahî û alavên hêzên ewlehiyê hatine şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin