Dîroka serdana Erdogan a Iraq û Kurdistanê diyar bû

Dîroka serdana Erdogan a Iraq û Kurdistanê diyar bû
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ragihand ku ew ê piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê serdana Iraqê bike.

Erdogan îro Duşemê 26ê Sibatê di civîna Serokên Rêxistinên Bajaran ên AK Partiyê de axivî û derbarê serdana xwe ya bo Iraqê de agahî dan.


Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ragihand ku ew dê piştî hilbijartinên 31ê Adarê serdana Iraqê bike. Tê çaverêkirin Erdogan serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.

Biryar e Erdogan li Iraqê ji bilî pêwendiyên dualî çend projeyên girîng ên geşepêdanê jî bi berpirsên iraqî re gotûbêj bike.
  Ev nivîs 208225 car hatiye xwendin.