PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê DYAyê Matthew Miller li ser teqînên Rojava û Sûriyê got ku depoyên çekên kîmyewî yên aîdê rejîma Beşar Esad hatin îmhakirin.
Matthew Miller, ragihandina xwe birîfînga li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û teqînên li Rojava û Sûriyê yên ku êvarê çêbûn daxwuyanî da. Miller got:
“Em guherîna aştiyane ya ku li Sûriyê rejîmê xist, destek dikin û em ê xelkê Sûriyê destek bikin.
Dezgeyên ku aîdê rejîma Esadin û li ciyên cuda hene û di wan de çekên kîmyewî dihatin hilberîn, hatin îmhakirin.”
Li ser mijara desteka Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê Miller got:
“HSD ortaxekî me yê girîng e. Di derbarê wan de di siyaseta me de ti guherîn nebûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin