PeyamaKurd – Wezareta ewlehiya hundir ya Amerîka (DYA) li Derya Karayîpê tankêra ku dibêjin ji Venezuelayê direviya, dest danî ser. Tankêra ku dest danîn ser ya bi navê Fîloya Xeyalet, bi operasyonekî dest danîn ser.
Wezîra ewlehiya navxwe ya DYAyê Kristi Noem ragihand ku Hêzên Ewlehiya peravên Amerîkayê vê sibê li Rojhilatê Karayîpê, di nav avên navdewletî de dest daniye ser tankêrê.
Piştî operasyona ser Venezuelayê Amerîka tedbîrên ewlehiyê zêde kir û Derya Karayîpê dixe bin kontrola ewlehiyê. Wezîra Noem got ku wê operasyonên weha dewam bikin. Noem, di ser hesabe xwe yê medya civakî de got:
“Ambargo heye û me guman kir tankêra navborî petrolê hildigre û tanker bo ji hêzên DYAyê bireve, ji Venezuelayê birê ket. Bi kooradînasyona Pentagon, wezareta karên derve û wezareta dadê re, li gor qanûnan û bi ewlehî avêtin ser keştiyê. Fîloyên Xeyalet wê ji edaletê nerevin û wê Hêzên Ewlehiya Peravan dest deyne ser tankêrên ku biryara dorpêçê li ser wan heye.
Wê DYA egera hûqûqa navdewletî bicîh bîne, kiryarên nerewa yên weka bazirganiya maddeyên hişbir îznê nede û finansa wan ji ortê rake.”