DYA: “Macaristan salekî ji givasên ser Rûsyayê bêriye”

DYA: “Macaristan salekî ji givasên ser Rûsyayê bêriye”

PeyamaKurd – Rayedarekî Koşka Sipî ya Amerîka ragihand ku Macaristan salekî ji givaşên ser Rûyayê yên petrolê û gazê bêriye û wê karibe berhemên navborî ji Rûsya bikire.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban li Washingtonê bi serokê DYA rê duhî hevdîtin kiribû û Trump gotibû ku li ser givaşên ser Rûsyayê ji bo Macaristanê jê muhaf bigrin dixebitin.

Rayedar gotiye ku wê salekî ji temamê givaşên ser Rûsyayê, Macaristanê bêrî bihêlin. Macaristan soz daye ku ji Amerîkayê bi bihayê 600 milyon dolarî gaza avî (LNG) bikire.

Wezîrê kar û barên derve yê Macaristanê Peter Szijjarto jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye:

“Encama girîng ya di navbera serok Trump û serokwezîr Orban de: Ji Macaristanê re bêsînor û tam muhafiyetekî ji givaşan hat naskirin. Ji bo vê biryara ku ewlehiya enerjiya Macaristanê xistiye bin garantiyê, em minnetdarin.”

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.