Efserekî pilebilind ê Dezgeha Hewalgiriya Nistimanî ya Iraqê li Bexdayê hat kustin

Efserekî pilebilind ê Dezgeha Hewalgiriya Nistimanî ya Iraqê li Bexdayê hat kustin

PeyamaKurd Hejmarek çekdarên nenas, efserekî pilebilind ê Dezgeha Hewalgiriya Niştimanî ya Iraqê li Bexdayê kuştin.

Li gor çavkaniyeke ewlekariya Iraqê, ew efserê hatiye kuştin, bi pleya Eqîd e û li navçeya Belediyatî ya ku piraniya xelkê wê Şîe ne, bi guleyan hat kuştin.

Heta niha ti aliyekî berpirsariya kuştina wî efserî negirtiye ser xwe.

Herwiha li gor çavkaniyekê, ew efser Cîgirê Rêveberê Çavdêriyê bû û dema diçû ser karê xwe hat kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin