Encamnameya Lûtkeya NATOyê: Peymana parastinê ya 50 milyar dolaran hate pejirandin

Encamnameya Lûtkeya NATOyê: Peymana parastinê ya 50 milyar dolaran hate pejirandin

PeyamaKurd - Li paytexta Tirkiye Enqereyê piştî civîna serok û serokwezîrên welatên endamên NATOyê, encamnameya Lûtkeya 36an a NATOyê hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de serokên hevpeymaniyê pabendbûna xwe ya ji bo xala 5an a Hevpeymana Washingtonê ya li ser parastina kolektîf nû kir û ragihand ku êrîşeke li ser welatekî, weke êrîşeke li ser hemû welatan wê bê dîtin.

Hate diyarkirin ku hevalbendan ji bo biryarên Laheyê bi cih bînin, li Enqereyê peymaneke nû ya kirîna alavên leşkerî ku ji 50 milyar dolaran zêdetir e, îmze kirine.

Di heman demê de hat destnîşankirin ku veberhênanên parastinê yên Ewropa û Kanadayê 139 milyar dolar zêde bûne û di qonaxa nû de pergalên asmanî, sîber, astên îstihbaratê û modelên bihêz ên hişê çêkirî wê yekser di nav sîstema parastinê de bên bicihkirin.

Alîkariya ji bo Ukraynayê û banga azadiyê ya ji bo Îranê

Di encamnameyê de beşeke pir girîng ji bo Îranê û rewşa şerê Ukraynayê û asayîşa herêmî, ku tê de welatên NATOyê piştgiriya xwe ya tam didin serxwebûn û parastina axa Ukraynayê hate terxankirin.

Hevalbendan ragihand ku ji bo sala 2026an di warê alavên leşkerî, perwerde û alîkariyan de budçeyeke mezin a ku digihîje 70 milyar ewroyî ji bo Ukraynayê hatiye veqetandin û ev asta aborî dê di sala 2027an de jî were parastin daku pêşî li her cûre lawazbûnê bê girtin.

Di dawiyê de, lîderên NATOyê bal kişandin ser gefên navdewletî û daxwaz kirin ku Îran tu carî nebe xwediyê çeka atomî û tekez kirin ku divê Tehran rêzê li mafê azadiya hatûçûna keştiyan a li Tengava Hurmizê bigire daku asayîşa deryayî were parastin. Herwiha ji bo gelê Îranê jî banga azadiyê hate kirin.