PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku rewşa navxweyî ya welatê wan aram e û gotegotên derbarê nebaşbûna tenduristiya Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî bi tundî red kirin. Eraqçî tekez kir ku tenduristiya Xamineyî gelekî baş e, birêvebirina welat di destê wî de ye û tu dubendî di navbera hikûmet û hêzên çekdar de nînin. Her wiha wî diyar kir ku Îran amade ye bi welatên herêmê re komîteyeke hevbeş ava bike da ku lêkolînê li ser êrîşên dawiyê bikin û da zanîn ku operasyonên wan tenê baregehên Amerîkayê dikin hedef, ne cihên sivîl ên welatên cîran.
Eraqçî îdia kir ku Amerîkayê droneke bi navê "Lucas" çêkiriye ku ji aliyê dîzayn û karkirinê ve gelekî dişibe drona Îranî ya "Şahid"ê û ev dron di êrîşên li ser welatên Ereban de hatiye bikaranîn. Wezîrê Îranî bal kişand ser wê yekê ku dibe ku Îsraîlê êrîşî armancên sivîl ên li welatên Ereban kiribe da ku pêwendiyên Tehranê û cîhana Ereban têk bibe. Tevî van alozî û îdiayan, Eraqçî da xuyakirin ku pêwendiyên wan ên dîplomatîk bi welatên wekî Qeter, Siûdiye û Umanê re bi awayekî asayî berdewam dikin.
Derbarê ewlehiya jêrxana enerjiyê de, Ebas Eraqçî hişyarî da ku heke êrîşî navendên enerjiya Îranê bê kirin, ew ê jî li seranserê herêmê şirketên Amerîkayê bikin armanc. Eraqçî destnîşan kir ku kontrolkirina Girava Xarkê şaşiyeke mezin e û derbarê Tengava Hurmizê de jî got ku ev rêya stratejîk ji bo hemû welatan vekiriye, tenê keştiyên Amerîka û hevpeymanên wê ne tê de. Eraqçî di dawiyê de mercê bidawîhatina şer bi garantiya "dubarenebûn û qerebûkirinê" ve girê da.