PeyamaKurd - Medyaya Îranê ragihand ku Wezîrê Derve Ebas Eraqçî, piştî hevdîtinên li Maskata paytexta Omanê, beriya ku biçe Moskowê dê cardin vegere Îslamabadê.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Eraqçî di hevdîtinên xwe yên li Pakistanê de çarçoveya nêrînên Tehranê yên ji bo bidawîkirina şer bi awayekî mayînde pêşkêşî rayedarên pilebilind ên Pakistanî kiriye.
Hat diyarkirin ku beşek ji şandeya pê re ji bo şêwir û fermanên nû vegeriyane Tehranê, lê tê çaverêkirin ku cardin li Îslamabadê tevlî Eraqçî bibin daku qonaxa nû ya danûstandinan birêve bibin.
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îranê hevdîtinên xwe yên li Pakistanê wekî "berhemdar" pênase kir û spasiya hewldanên li Îslamabadê kir ku ji bo vegerandina aramiyê li herêmê navbeynkariyê dike.