PeyamaKurd – Ewropayê ji bo çavdêrîkirina peymana aştiyê ya li Ûkraynayê, dest bi amadekariya hêzeke leşkerî ya ji 15 hezar leşkeran pêk tê kir. Li gorî plana ku ji aliyê Fransa û Îngilîzistanê ve hatiye amadekirin, ev hêz dê di rewşên awarte de xwedî rayeya şer be jî.
Di planê de roleke stratejîk dane Tirkiyeyê; tê payîn ku Enqere çavdêriya herêma Behra Reş bike. Her wiha, Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku di sibata 2026an de pakêteke nû ya cezayan li ser Rûsyayê bisepîne. Di vê çarçoveyê de, qedexekirina saziya atomê ya Rûsyayê Rozatomê jî di rojevê de ye.