PeyamaKurd - Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke 15 salî revandin.
Çavkaniyê medya Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku encamdana tawanan ji alîyê komên çekdar li dijî hemwelatîyên Kurd berdewam e û herî dawî koma Feyleq a Şam keçeke 15 salî ya bi navê Rûya Henano ji gundê Xezawîye ya ser bi navçeya Şêrawe li Efrînê revandiye û ew ber bi cihekî nedîyar ve biriye.
Hat ragihandin ku berî revandina wê çekdaran bê sedem çend caran gef li wê kirine.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan hefteya borî ragihandibû ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê 13 welatîyên Kurd ji bajarê Efrînê revandine bê ku tometa wan kesên revandî bê eşkerekirin û piştre jî 3 kes ji wan berdane lê yên din hçarenivîsa wan nedîyare.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin