Ger li hev bikin wê Brunson bê berdan

Ger li hev bikin wê Brunson bê berdan

PeyamaKurd- Ev demeka dirêjê girtina rahîb Brunson di navbera Tirkiye û Amerîka de bûye pirsgirêkeka mezin. Di derbarê rahîb de tevî ku rojnameya Amerîkî WSJ behsa mijarê dikir jî, esas ragihandin ji devê wezîrê karên derve, ji yê Mike Pompeo derket.

Pompeo got ku ew li bendêne vê hefteyê bi rêvebirên Tirkiyê re hevdîtin bikin. Berê jî rojnameya WSJ ya Amerîkî ragihandibû ku wê Brunson bê berdan lewra jî Amerîka di mijara Brunson de zora ku dida ser Tirkiyê kêm kiribû.

Pompeo li bajarê New Yorkê bo rojnamevanan weha ragihandibû:

“Belê dibe ku vê mehê bê berdan. Esas diviya meha borî serbest bihata berdan. Esas divê îro serbest bê berdan. Em bi Tirka re axifîn. Bendeyên me dizanin. Esas divê temamê hemwelatiyên Amerîka yên li Tirkiyê girtîne serbest bên berdan û divê yekser bên berdan.”

Pompeo esas li bendê ye ku vê hefteyê bi rêvebirên Tirkan re, mijar bê guftûgokirin. Berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın jî dibêje ku divê mijarên weha di rêya dîplomasiyê de bên çareserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin