Finlandiya û Çîn ji bo hevkariya aboriyê hevdîtin kirin

Finlandiya û Çîn ji bo hevkariya aboriyê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Finlandiya Alexander Stubb û serokê Çînê Şi Cinping hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de li ser hevkariya aboriyê û çareseriya şerê navbera Ûkrayna û Rûsyayê ya aştiyane li hev kirin.

Her dû lîder ragihandin ku di seha enerjiya nûh de û aboriya dîjîtal ya ku her diçe qedrê wê bilind dibe, di van sektoran de kirin hedefa xwe ku hevkariya xwe zêdetir bikin.

Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb di seredana xwe ya Çînê de bi serokê Çînê bi Şi Cinping re her weha li ser çareseriya pirsgirêka Ûkraynayê jî axifî.

Li gor ragihandina çapemeniya Çînê; her dû lîder li ser enerjiyê û sektorên di rewacê de ne, di wergerandina kesk de, teknolojiya agahiyan, aboriyê dîjîtal, zeka çêkirî, enerjiya nûh, guherîna kêşûhewayê û mijarên weha de, li hev kirine ku hevkariya xwe pêş bixin.

Çînê soz da Fînlandiyayê ku di mijara vîzê de Fînê bixe nav dewletên ku ji wan re vîza Çînê lazim nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin