Fransa: Eger Îran li ser helwesta xwe ya niha berdewam be...

Fransa: Eger Îran li ser helwesta xwe ya niha berdewam be...

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Fransayê di derbarê helwesta Îranê ya niha de hişyariyê diide û diyar dike, eger Îran li ser helwesta xwe ya niha berdewam be, ne tenê rakirina ambargoya Amerîkayê paş dikeve, di heman demê de rêkeftina li ser bernameyê atomî jî dikeve metirsiyê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Fransayê Agnes von der Mühll eşkere dike, eger Îran bilez venegere ser danûstandinan, egera rêkeftina atomî ku niha egereke bihêz e, zindîkirina rêkeftina atomî dixe metirsiyê.

Gera dawî ya danûstandinên li Viyennayê di navbera welatên endamê rêkeftina atomî (Brîtanya, Rûsya, Çîn, Fransa, Îran û Almanya) ligel Amerîkayê mehek berî niha bidawî bû. Ji ber guherîna desthilatê li Îranê û hatina ser kar a hikûmeteke nû danûstandin hatin rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin