Hêzên Iraqê tetbîqata hilbijartinê kir
                    PeyamaKurd- Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê li hemû parêzgehên Iraqê tetbîqateke berfireh a ewlehiyê li dar xist.
Ji hêzên beşdarî kirin, nêzîkî %75ê wan wezîfeya parastina navendên dengdanê û saziyên girîng li xwe girtin. Ev tetbîqat wekî qonaxek ji rahênanên pratîk tê dîtin ku armanca wê bilindkirina asta hevrêziyê û amadebûna beriya hilbijartinên 11ê Mijdarê ye.
Di daxuyaniya ji Ragihandina Medya ya Ewlehiya Iraqê de ofhd hate gotin: "Hemû saziyên ewlehiyê, leşkerî, piştgirîyê û îstîxbaratê beşdarî tetbîqatê bûne da ku ewlehiya pêvajoya hilbijartinên nêzîk bên misogerkirin û asta amadebûnê bê ceribandin."
Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 11'ê Mijdara 2025'an de têne kirin. Di hilbijartinan de 31 hevpeymantî, 38 partî û 79 namzedên serbixwe pêşbaziyê dikin.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.