Netanyahu li ser berfirehkirin û xurtkirina artêsa Îsraîlê peyamek belav kir

Netanyahu li ser berfirehkirin û xurtkirina artêsa Îsraîlê peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di bernameyekê de ku li ser navê artêşa Îsraîlê hatibû organîzekirin axivî û îdia kir ku bi êrîşên ku wan di du salên borî de li gelek deverên herêmê pêk anîne, wan "ne tenê nexşeya Rojhilata Navîn guhertine, lê di heman demê de veguherînek mezin di nav xwe de jî dest pê kirine."

Netanyahu, pergala leşkerî ya yedek a di artêşa Îsraîlê de wekî "faktorek sereke" bi nav kir û diyar kir ku "ew hewceyê artêşeke mezintir û zîrektir in."

Netanyahu diyar kir ku ew ê hejmar û kapasîteya artêşê zêde bikin û got, "Em ê artêşa xwe ya birêkûpêk berfireh bikin û hêzên xwe yên yedek bi girîngî xurt bikin."

Ev nivîs 19 car hatiye xwendin.