Nîqasa pisporan: Besdarbûna Sûriyê di hevpeymaniya li dijî DAISê de tê çi wateyê?
PeyamaKurd – Serdana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera bo Washingtonê, li gel raporên ku dibêjin dibe ku Şam bi fermî tev li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê bibe, di nav analîstên herêmî de nîqaşên germ derxist. Pispor hişyar dikin ku ev gav dikare rewşa navneteweyî ya Sûriyê biguherîne, lê di heman demê de dikare welêt bi pirsgirêkên ewlehiyê yên giran re jî rû bi rû bihêle.
Semîr Ebû Salih, analîstê siyasî yê Sûrî, ji North Pressê re diyar kir ku ji ber ku terorîzma DAIŞê gef li hemû welêt dixwe, beşdarbûna Sûriyê di hewldanên navneteweyî yên dijî terorê de "pêşkeftineke çaverêkirî" û "tiştekî xwezayî" ye.
Lêbelê, Ebû Salih hişyarî da ku hebûna "hin hêmanên biyanî an ne-Sûrî" di saziyên ewlehiyê yên piştî şer de hîn jî nakokî ye. Wî got, heke welatên koalîsyonê van kesan wekî kesên bi rêxistinên terorîst re têkildar bibînin, dê entegrasyona tevahî ya Şamê di nav koalîsyonê de zehmet bibe.
Velîd Çolî, lêkolînerê Kurd li Navenda Lêkolînê ya El-Furat, destnîşan kir ku piştî tevlîbûnê, Sûriye dê bi "erkên pir aloztir û girantir ji welatên din" re rû bi rû bimîne.
Çolî tekez kir ku Şam dê dozên tevlihev ên têkildarî DAIŞê, wek girtiyên DAIŞê, malbatên koçber û hucreyên razayî, bigire ser xwe, û ev yek dê bibe sedema pirsgirêkên giring ên qanûnî û ewlehiyê.
Li gorî wî, serkeftina pêvajoyê bi giranî bi hevkariya Sûriyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ve girêdayî ye. Çolî got, "Cibicîkirina Peymana 10ê Adarê dê bingeha hevkariyek rastîn a ewlehiya neteweyî di Sûriyeyeke nû de deyne."
Esed Ebadî, analîstê siyasî yê Iraqî, dît ku beşdarbûna muhtemel a Sûriyê gaveke "giraniya siyasî ya bilind" e. Ebadî anî ziman ku hikûmeta demkî dê neçar be ku di vê heyamê de tawîzên mezin bide da ku "beşdarî pêvajoyeke siyasî ya berfireh bibe."
Ebadî diyar kir ku ev gav dikare bibe alîkar di çareserkirina pirsgirêkên şervanên biyanî de, lê got, ev yek "guhertinek radîkal di hevsengiyên navneteweyî û herêmî de" hewce dike. Bi kurtasî, ev pêvajo dikare rûpelek nû ji bo Sûriyeyê veke, lê pêwîstî bi îstîqrar, şefafî û hevkariyek mezin heye.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.