Demirtas spasiya Bahçelî û Ozel kir
Peyamakurd- Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo gotinên Devlet Behçelî yên “Wê berdana Demîrtaş ji bo Tirkiyeyê bi xêr be” spasiya wî kir.
Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê nameyeke bi destnivîsa xwe li ser medya civakî Xê belav kir spasiya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Behçelî û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kir.
Demirtaş got: “Birêz Devlet Behçelî, di civîna koma partiya xwe ya îro de bi wêrekîtî tabu şikandin û nîşan da ku aştî bi tirsê nikare bê ava kirin. Ez bi dilekî germ pîroz dikim û bi dilsozî spas dikim.
Herwiha Birêz Ozgur Ozel jî bi helwestek erdemî û bi rêbazeke mînakek din a wêrekîtiyê nîşan da. Ez jî wî bi dilekî germ pîroz dikim û bi dilsozî spas dikim.”
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) November 4, 2025
Demirtaş diyar kir, “Pêşî çek bi awayekî bêveger û domdar dê ji holê rabin, ev zelal e. Ji ber ku Birêz Ocalan li ser vê mijarê zelal û bi biryar e. Bi heman awayî Birêz Serokomar jî li pişt pêvajoyê ye. Wezîfeya me jî ew e ku em bê guman piştgirî bidin serketina vê pêvajoyê.”
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.