Fransa, 2 hemwelatiyên xwe yên li Îranê girtîbûn serbest da berdan

Fransa, 2 hemwelatiyên xwe yên li Îranê girtîbûn serbest da berdan

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku 2 hemwelatiyên Fransayê yên ji sala 2022an de girtîne yên bi navê Cecile Kohler û Jacques Paris serbest berdane û ber bi balyozxana Fransayê ya Tehranê de ketine ser rê. Macron got:

“ 3 sale ku li Îranê Cecile Kohler û Jacques Paris girtîbûn, ji zîndana Evin serbest berdane û ber bi balyozxana Fransayê ya Tehranê ve derketine rê.”

Macron got ku ji vê pêngavê razîne û ji bo her dû hemwelatî zûtir bigihên welatê xwe, wê hevdîtin dewam bikin.

Di wexta her dû Fransiz çûbûn Îranê, di wexta gera xwe de Îranê her du Fransizên bi navên Cecile Kohler û Jacques Paris girtibûn, wan bi casûsiyê tewanbar kiribûn û gotibûn çalakiyên li Îranê geş dikin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.