Li Diyarbekirê du teref li hev xistin: 2 kustî û 2 birîndar hene

Li Diyarbekirê du teref li hev xistin: 2 kustî û 2 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) li taxa Talaytepe li ser Bulwara Diclekentê di dukkana qesabekî de du teref pevçûn û bi çekan li hev xistin. Di encamê de Zülfü Coşan û Ensari Coşan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor hat gotin; kesên ku çûn dukkanê û kesên di dukkanê de bûn bi sedemekî nehat zanîn pevçûn û paşî li hev xistin.

Kesên birîndar bûn, nasnama wan nehat zanîn lê tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê.

Cenazên miriyan birin morga Tib a edlî ji bo otopsiyê û birîndaran jî bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.

Polîs ji bo gumanbaran bigre, ketin pey wan.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.