Mesrûr Barzanî: Bersiva nezanan bêdengî ye

Mesrûr Barzanî: Bersiva nezanan bêdengî ye

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 4ê Mijdarê beşdarî ahenga mezin a bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya ji bo lîsta 275ê ya PDKê bû ku li Yarîgeha Werzişê ya Dihokê hate lidarxistin.

Mesrûr Barzanî bi gotinên, “Ez silavên Lêvegerê Kurd û Kurdistanê, Cenabê Serok Barzanî, digihînim we tevan” dest bi axaftina xwe kir û got: “Ez gelek spasiya birayê xwe yê hêja, Kekê Nêçîrvan Barzanî, dikim ji ber peyama wî ya xweşik, ku bi rastî peyama PDKê ye û li şûna me tevan gihand we. Em hêvî dikin ku hûn hemî pêkve piştgiriyê bidin peyama PDKê, ji bo biserxistina Lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Em spasiya baweriya we dikin û em sozê didin we ku, em dê bi çêtirîn awa li ser xizmetkirina we berdewam bin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Guhertinên nû li herêmê berdewam çêdibin. Ji bo parastina ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê û bidestxistina bêtir destkeftiyan, divê em li Bexdayê bin û me tevlîbûneke çalak di Parlementoya Iraqê de hebe. Gelek alîyan bizav kiriye ku Herêma Kurdistanê negihîje armancên xwe, lê bi piştgiriya xelkê Kurdistanê, em li ser karwanê avedankirina Kurdistanê berdewam bûn û îşela em dê ranewestin. Gelek gotinên nerast û bêbextî li dijî PDKê hatine kirin, lê hewce nake ku em bersiva wan bidin ji ber ku bersiva nezanan bêdengî ye.”

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.