Kesayetekî naskirî yê YNKê tevlî PDKê bû
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Endamê encûmena parêzgeha Hewlêrê yê YNKê Nafiz Nawpirdanî, ji YNKê veqetiya û tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.
Kesayetê diyar û naskirî zyê devara Balekayetî û kurê Şehîd Mistefa Nawpirdanî, Nafîz Nawpirdanî, îro 4ê Mijdarê ji YNKê veqetiya û tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû. Nawpirdanî ji aliyê endamê Politburoya PDKê Sîdad Barzanî û serokê baskê 10ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî zanyariyan heta niha gelek kadroyên YNKê peywendî li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê anîne û tevlî partiyê bûne.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.