PDKê li Duhokê çalakiyekî mezin kir: Nêçîrvan Barzanî peyamekî zelal da Bexdayê
PeyamaKurd – Cîgire serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya di çarçova hilbijartinê de li bajarê Duhokê axifî û got divê PDK li Bexdayê bi hêz û bi rûmet xwe temsîl bike û got temamê pirsgirêkan di çarçova deestûrê, sîstema federal û di rêya diyalogê de çareser bikin û PDK terefdarê vê rêbazêye. Barzanî got ku PDK ji roja hatiye avakirin heya niha bûye armanca gele Kurd.
Her dû cîgirên serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî îro tevlî xwepêşandana li Duhokê bûn. Di axaftinê de Nêçîrvan Barzanî silavên serok Mesûd Barzanî gihand xelkê û got:
“Ciyê serbilindiyê ye ku mirov di partîkî wefakar û dost de be. Vaye Badînan û vaye PDK. Badînan û PDK yek dilin, yek rihin û yek deng in. Ez bawerim di hilbijartinên 11ê mehê de wê destana serkeftinê binvîsin.
Bi desteka we ya ji bo Kurdistanê û ji bo PDKê em ê serkeftinekî nû bikin. Dema ez vê germahiya we dibînim, wê dîsa zafer bibe ya PDKê. Em ê 1 milyon deng hetta zêdetir dengan bistînin.”
Nêçîrvan Barzanî got ku divê destûra Iraqê bicîh were û 20 sale Bexda destûrê tetbîq nake.
Neçirvan Barzanî ragihand ku di wexta nû de, wê PDK li Bexdayê ji bo destûr û sîstema federal bimeşe xebata aktîv bike. Eger PDK xwurt here Bexdayê, wê karibe mafên Kurdistanê û Iraqê temamê wan biparêze û bibe dengeyekî. Barzanî got:
“PDK mala herkesiye, mala temamê netewe û ola ye. Bo bersivê bidin dijminên xwe, wexta me wenda nabe. Geşepêdana Kurdistanê bersiva herî baş ya bo dijminê Kurdistanê ye. Tevî hemû astengiyan jî, xizmeta hukumeta Kurdistanê raneswestiya, her roj projeyên nû çêdibin û ev hemû berhemên PDKê ne. Ez sipasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikim.
PDK remz û belgeya îmara Kurdistanê ye. Bo em serî biçemînin gelek zorê li me kirin lê hêza xelkê nîşan da ku PDK çiyaye û natewe.
Memûrên me dest ji karên xwe bernedan, mamostên me dibistanan negirtin, pêşmerge û hêzên asayîşê xwe bexşane karên xwe kirin û ev berxwedana xelkê Kurdistanê ye.”
Barzanî her weha got ku ew kesên progandeya şikandina hêviyan dikin, bila kes guh nede wan û dahatû ya ciwanaye û bi riha pêşmergetiyê herin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsta PDKê...
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.