Qedexeya çûna derve ji bo bav û kurê Ekrem Imamoglu dan

Qedexeya çûna derve ji bo bav û kurê Ekrem Imamoglu dan

PeyamaKurd – Dadgehê di çarçova sûcdariya gendeliyê de bangî bav û kurê şaredarê şaredariya mezin ya Îstenbolê Ekrem İmamoğlu kir û di encamê de derketina wan a derveyê welat ji wan re qedexe kir.

Hasan İmamoğlu û Selim İmamoğlu, ji sûcên ‘bertîlê’ û ji sûcên ‘sipîkirina peran’ bi awayekî gumanbar li baregeha asayîşa Îstenbolê bi fermana serdozgeriyê îfadên xwe dan.

Niha bav û kurê Ekrem İmamoğlu di bin kontrola edlî de ne û nikarin derên derveyê Tirkiyê. Bende ne ku dadgeh bangî wan bike û dibe ku di heman dosya Ekrem İmamoğlu de bên darizandin.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.