MSB: Xwendevanên leskerî yên Sûriyê li Tirkiyê perwerde dibin

MSB: Xwendevanên leskerî yên Sûriyê li Tirkiyê perwerde dibin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê piştrast kir ku xwendevanên leşkerî yên Sûriyeyî li Tirkiyê perwerde dibin û nabe ku ew xwendevan di nav artêşa Tirkiyê de wezîfedar bibin. Wezaretê (MSB) got:

“Xwendevanên leşkerî yên Sûriyê di çarçova peymana hatiye îmzakirin de ya bi navê ‘Muhtira Mutabaqatê ya Şêwrimendî û Perwerda Hevpar’, di çarçova wê de li welatê me perwerde dibin. Xwendevanê ku perwerda leşkerî dibîne, nabe ku di nav artê Tirkiyê (TSK) de wezîfedar bibe.”

Daxwuyaniya MSB ji ber di medyayê de hat gotin ku ‘Teğmenan avêtin û Sûriyeyiyan sitendin’ hat kirin. Wezaretê got ku ne tenê Sûriyeyiyan lê ji gelek welatan xwendevanên leşkerî diçin Tirkiyê û di çarçova peymanên navbera Tirkiyê û dewletên din de, ji wan welatan xwendevan diçin Tirkiyê û perwerde dibin. Paşî dadigerin welatê xwe.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.