NY: Li Sûdanê 375 hezar kes ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne

NY: Li Sûdanê 375 hezar kes ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne

PeyamaKurd- Rêxistina çavdêriyê ya bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistina IPC ragihandin ku li Sûdana ku şerê navxweyî didome, krîza xwarinê ya herî mezin a cîhanê derketiye holê.

Li gorî rapora NY, 375 hezar kes li ber mirina ji ber birçîbûnê ne û 6.3 milyon kes bi birçîbûneke tund re rû bi rû mane.

Hate diyarkirin ku ji ber pevçûnên di navbera artêşê û Hêza Piştgiriya Bilez (HPB) ya paramîlîter de ku ji sala 2023'an ve didome, felaketek mirovî ya mezin derketiye holê.

Di raporê de tê gotin ku li hin deverên Darfur û Kordofan kêmbûna xwarinê dest pê kiriye, û li tevahiya welêt, zêdetirî 21 milyon kes bi nekarîna gihîştina xwarinê re rû bi rû ne. Her wiha li bajarên wekî El-Faşir û Kadugli ku ketine bin kontrola HPB'ê, rewşa mirovî gihîştiye astên herî xirab.

Li aliyê din Dadgeha Gel a Navneteweyî (UCM) ji ber îdiayên sûcên şer ên ku di dema desteserkirina El-Faşirê de hatine kirin, lêkolînê dike.

 

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.