PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundekî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çalakvana kulturî Kejal Nesrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand, doh li gundê Tengîser yê bajarê Sine hêzên ewlehiyê ketin mala bavê çalakvana kurd Kejal Nesrî û Kejal girtin.
Heta niha nayê zanîn Kejal çima hatiye girtin û cihê girtina wê kîjan dever e.
Gundê Tengîser gundekî tûrîstîkî ye û her sal li wî gundî merasîmên netewî yên kurdan bi taybet Newroz bi ahengên cur bi cur têne pîrozkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin