Serok Barzanî: Wê guhertinên bihêzkirina nirx, pirensîb û armancên bilind berdewam bin

Serok Barzanî: Wê guhertinên bihêzkirina nirx, pirensîb û armancên bilind berdewam bin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Sibatê li Selahedîn pêşwazî li Serkirdatiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê kir.

Baregeha Serok Barzanî ragihand ku di destpêka civînê de bi kurtî behsa kar û çalakî û amadekariyên kongreya her du rêxistinan hate kirin.

Serok Barzanî di civînê de gotarek pêşkêş kir ji ber nêzîkbûna 18ê Sibatê û 70 saliya damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê pîrozbahî li ciwan û xwendekaran kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest.

Serok Barzanî bal kişand ser girîngiya rola xwendekar û ciwanan di perwerdekirina kadroyan de ji bo berdewamkirina têkoşîna siyasî û hizbî û bang li her du rêxistinan kir ku kongreyên xwe bi plansaziyeke zelal ji bo paşerojê û bi ruhê dostanî û niştimanperweriyê li dar bixin.

Serok Barzanî behsa pêşniyar û encamên kongreya 14 a PDKê kir û bal kişand ser wê yekê ku divê PDK vegere ser armanc û prensîbên ku ji bo wan hatiye damezrandin.

Serok Barzanî diyar kir ku, çaksazî û guhertinên di nava PDKê de ji bo bihêzkirina nirx, pirensîp û armancên bilind wê berdewam bin.

Di beşekî din de Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên erdheja hefteya borî ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê nîşan da û alîkarî û bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî û gelê Kurd bilind nirxand.

Herwiha Serok Barzanî, di axaftine xwe de, rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî nirxand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin