PeyamaKurd- Generalê muxalif yê Lîbyayê Hafter 8 mehe ku tesîsên petrolê girtiye û îro ji nuh de tesîsên petrolê vekir. General hafter bi awayekî zindî derket ser televîzyonê û weha got:
“Temamê şertên ku dahata petrolê bi awayekî adilane bê belavkirin hatine amadekirin û me dest bi hilberîn û îxracata petrolê kiriye. Bi şertê ku dahata petrolê di destekkirina terorê de neyê bikaranîn û bê garantîkirin, bi sedema rewşa jiyana xelkê Lîbyayê ya xerab, me vê biryarê da.”
Banka Navendî ya Lîbyayê ragihand ku ti têkiliya wan bi belakirina dahata petrolê tineye û têkiliya wê bi ti peymanekî re tine ye. Banka Navnedî ya Lîbyayê bi awayekî nivîskî weha got:
“Me di çend sietên borî de, beyanên ku navê bankayê û navê mudire wê daxilî belakirina dahatên petrolê kirine şopand. Em qebûl nakin ku navê Banka Navendî ya Lîbyayê û mudirê wê tevî vê mijarê bibe. Banka li gor qanûnan dixebite, xwe ji dijberiyên siyasî dûr digre, karên wê zelale, ne layangire û desthilatdare.”
Di beyanê de hat xwestin ku hilberîna petrolê yekser destpêbike û hişyariyê bo girtîhiştina tesîsên petrolê da ku encama wê neyîniye.
Aboriya welatê Lîbyayê nêzî temamê wê li ser petrolêye û %80 yê herêmên petrol û hîdrokarbonê, di bin destê general Hafter de ne. Ev 8 mehe Hafter nahêle hiberîna petrolê çêbibe û li dora 10 mîlyar dolarî zerarê daye dahata Lîbyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin