PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Qeterê bi daxuyaniyeke fermî êrişa ku li hemberî saziyên petrolê yên li rojhilatê Erebistana Siûdî hatibû kirin bi tûndî şermezar kir.
Berî daxuyaniyê, Berdevkê Wezareta Parastina Erebistana Siûdî Tûggeneral Turgî el-Malikî ragihandibû ku gelek dron ên ku ji axa Iraqê hatibûn avêtin û binesaziya petrolê ya li rojhilatê welat armanc girtibûn, ji aliyê sîstemên parastina asîmanî ve hatine rûxandin û pûçkirin.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî li hemberî vê hewldanê nerazîbûna xwe nîşan da û piştgiriya xwe ya bo fermanrewayiya Riyadê destnîşan kir.
Doha di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev êriş binpêkirineke eşkere û rasterast a serweriya Erebistana Siûdî û hiqûqa navneteweyî ye.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê destnîşan kir ku ew di nav piştgirî û hevdengiyeke tam de ne ligel Siûdiyê û amade ne piştgiriyê bidin hemû wan tedbîr û pêngavan ên ku ji bo parastina serwerî, ewlehî û aramiya axa Riyadê tên girtin. Ev helwesta Qeterê wekî xurtkirina hevbendiya herêmî ya li dijî geşedan û gefên ewlehiyê yên li ser çavkaniyên enerjiya Kendavê hat nirxandin.