Qeterê êrîşa tankera petrolê şermezar kir: Berpirs Îran e

Qeterê êrîşa tankera petrolê şermezar kir: Berpirs Îran e

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî, êrîşa li ser tankera petrolê ya bi navê "Al-Rekayat" ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû bi tundî şermezar kir û Îran wekî berpirsiyarê serekî yê vê êrîşê pênase kir.

El-Ensarî got ku ev êrîş rasterast li dijî ewlehî û aramiya deryavaniya navneteweyî û dabînkirina enerjiya cîhanî ye.

Berpirsê Qeterî, herwiha ev tevger wekî binpêkirineke eşkere û giran a hiqûqa navneteweyî da zanîn û got, bi taybetî jî pîvanên ku azadiya deryavaniyê û derbasbûna ewle ya di tengavên navneteweyî de garantî dikin binpê kirine.

Berdevkê Qeterî bang li Tehranê kir ku tavilê dawî li van operasyonan bîne û got: "Em ji Îranê daxwaz dikin ku hemû wan kiryarên ku zirarê didin ewlehiya herêmî an jî gefê li ser ewlehiya deryavaniya navneteweyî çêdikin demildest rawestîne.”