PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku helîkoptereke Qeterê, ya ku di wezîfeyeke rûtîn de bû ji ber pirsgirêkeke teknîkî di nava ava deryayê ya welat de ketiye xwarê. Hate diyarkirin ku ji bo gihîştina personel û rêwiyan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat diyarkirin ku helîkopter ji ber sedemên teknîkî ketiye, lê derbarê hûrguliyên xisarê an jî hejmara kesên di nav helîkopterê de agahiyeke zelal nehat parvekirin.
Wezaretê destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê di nava liv û tevgerê de ne da ku bigihîjin her kesê di balafirê de.