PeyamaKurd – Ji endamên heyeta Îranê ya ku çûn Pakistanê û bi heyeta DYA re 21 seet axifîn, serokê meclisa Îranê Muhammed Baqir Kalibaf li ser hevdîtinên li Îslamabadê axifî. Kalibaf got Amerîka qaîdeyên (pernsîbên ) Îrane fêm kirine û wexta biryarê ye divê biryarê bidin bê wê karibin baweriya Îranê bi xwe bînin an neynin!
Kalibaf got ku dê Îran di rêya dîplomasiyê û hem şer de berjewemdiyên xwe biparêze û di nav 21 seetên hevdîtinê de, krîza baweriya di navbera her dû terefan de kûrtir bûye.
Serokê meclisa Îranê Kalibaf ragihand ku ji niha pê de biryar ya DYA ye. Kalibaf di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got ku Îran berya hevdîtinan niyeta xwe ya baş û îrada xwe ya çareseriyê daniye ortê. Kalibaf ragihand ku di hevdîtina dawiyê de Amerîka ti baweriyê nedaye Îranê. Kalibaf got:
“DYA rêbaz û qaîdeyên me fêm kir. Lê di vê cara hevdîtinan de, baweriya Îranê bi wan nehat. Wext hatiye ku biryarê bidin bê baweriya me qezenc bikin an nekin. Bi sedema şerên berê, baweriya me bi Amerîkayê nayê û ev rewş raste rast bandorê li ser seyra hevdîtinan dike.”
Kalibaf got ku wê welatê xwe di rêya şer û dîplomasiyê de biparêzin û dîplomasiyê li rex şer, wekî alavekî dibînin. Her weha Îranê deriyê xwe bi temamî ji dîplomasiyê re negirtiye lê bijarteyên leşkerî jî li ser masa Îranê ye.