Îranê bi İHAyan li lîmana Îmaratan ya Fuceyreyê xist

Îranê bi İHAyan li lîmana Îmaratan ya Fuceyreyê xist

PeyamaKurd – Îranê bi fuzeyên balistik li lîmana Îmaratê ya bi navê Fuceyre xist ku ji bo îxracata petrolê ji bo Îmaratan girîng e. Piştî girtina Buhira Hurmizê ji aliyê Îranê de eger Îmarat di ser Fuceyre de îxracatê neke dê aboriya Îmaratê xesara mezin bibîne.

Piştî Îranê bi dronên kamîkaze li Îmaratê li lîmana Fuceyreyê xist, ji lîmanê dûman kişiya û duman ji dûr de dihat dîtin.

Pisporên enerjiyê û erdnîgariyê radigihînin ku lêdana lîmana Fuceyre ya Îmaratan dike beranberê lêdana Girava Îranê ya bi navê Xarkê ku petrola Îranê ji wê derê dihat îxrackirin.

Girava Xarkê ketibû ber êrîşa fuzeyên artêşa DYAyê.

Ji ber şerê bi Îranê re, di bazara dinyayê de bihayê varêla petrolê ya Brendê derketiya 100 dolarî.