Îranê gef li Amerîkayê xwar: Wê her cure bersiv bê dayîn

Îranê gef li Amerîkayê xwar: Wê her cure bersiv bê dayîn

PeyamaKurd – Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaney, Yehya Rehîm Safavî da xuyakirin ku ew dê bergiriyên tund li hemberî Amerîkayê bistînin.

Safavî piştî nimêja Înê ji rojnamevanan re ragihand ku ew dê ji Derya Spî heta Okyanûsa Hindê her cure bersivên leşkerî bidin Amerîkayê.

Şêwirmendê Xamaney beşdarî bernameya ‘Hefteya Pîroz a Parastinê’ ya piştî şerê 8 salan ê navbera Iraq û Îranê bû. 

Safavî îdia kir ku êdî ti kes nikare  Îranê û Şoreşa Îslamî têk bide û ev gef li Amerîkayê xwar: “Heke Amerîkî hewil didin komployan bikin, dê gelê Îranê ji Derya Spî, Derya Sor û heta Okyanûsa Hindê her cure bersiva wan bide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin