Îranê Hurmiz vekir: Trump spasiya Îranê kir!

Îranê Hurmiz vekir: Trump spasiya Îranê kir!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro 17ê Nîsanê ragihand ku êdî Tengava Hurmizê ji hemû keştiyên bazirganiyê re heta agirbest bidome vekiriye.

Eraqçî li ser Xê da zanîn ku derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmizê re dê bi rêya rêça kordînekirî be ku berê ji hêla Rêxistina Bender û Deryavaniyê ya Îranê ve hatiye ragihandin.

Piştî ku Eraqçî vekirina Tengava Hurmizê ragihand, bihayên petrola Brent û petrola Amerîkî ji sedî 8 zêdetir daket.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi lez û bez li ser hesabê xwe yê Truth Social peyamek weşand û vekirina Tengava Hurmizê ragihand.

Trump got: "Îran radigihîne ku Tengava Hurmizê bi tevahî vekiriye û ji bo trafîka keştiyan amade ye. Spas dikim!"