PeyamaKurd - Îranê mohleta 60 rojî ya pêşnumeya lihevkirinê ya bi Washingtonê re red kir û îdia kir ku mohlet ji bo danûstandinên ceza û dosyaya nukleerî tenê bû û ew di bin zexta Amerîkayê de danûstandinan nakin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê îro 17ê Tebaxê diyar kir ku mohleta 60 rojî ya pêşnumeya lihevkirinê ya bi Washingtonê re nîn e û ev mohlet tenê ji bo danûstandinên bi mijarên ceza û dosyaya nukleerî ne.
Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Beqayî got ku Tehran danûstandina di bin zextê de red dike û îdia kir ku DYA sozên xwe bi cih nayîne û ji nû ve destpêkirina diyalogê red dike.
Beqayî destnîşan kir ku Îran ji bo aramkirinê, pîlotên Îranî û trafîka Tengava Hurmizê têkiliyên xwe bi Qeter, Îslamabad û Omanê re didomîne.