Iraq: Atolya ku tê de bi qaçaxî İHAyan çêdikin derket ortê

Iraq: Atolya ku tê de bi qaçaxî İHAyan çêdikin derket ortê

PeyamaKurd – Dezga Ewlehiya Netewî ya Iraqê operasyon kir ser atolyekî li Bexdayê ku tê de hilberîna İHAyan bi qaçaxî dikirin, dest danîn ser 3 kesan û gelek ekîpmanên hilberîna İHAyan.

Berdevkê dezgeyê Arşad Hakim, di 21ê Tîrmehê de di rêya vîdeoyê de daxwuyanî da û got li gor agahiyên îstîxbaratî ku bi dest xistine, ji bo tehlîka tehdîda ewlehiyê ji ortê rakin li Bexdayê operasyon kirine.

Hakim ragihand ku di operasyonê de 25 gewdeyên İHAyan, atolyekî di çapa biçûk de ya hilberîna İHAyan û gelek alavên teknîkî û lojîstîk xistine dest.

Kesên di operasyponê de xistine dest, lêpirsîna wan dewam dike û tê vekolan bê têkiliya wan bi planeka ku Iraqê tehdîd dike re, heye an tineye.

Hakim got ji bo dest bi karê yasayî ya di derbarê her sê kesan de bikin, wan sewqê meqamên pêwendîdar kirine.