PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakîm Zamilî, ragihand ku heger Îran û Tirkiye para Iraqê ya ava çeman serbest bernedin, ew ê jî bazirganiya bi herdu welatan re qedexe bikin.
Herwiha Zamilî da xuyakirin ku ew dê di Parlamentoya Iraqê de jî yasaya qedexekirina bazirganiyê ji bo Îran û Tirkiyê derxin û yên yasayê binpê bikin jî werin cezakirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, krîza hişkesaliyê û avê li Iraqê rû daye ku gelek caran Îran û Tirkiye jî ava çemên Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi ser wan de qût dike yan jî kêm avê berdide.
Hakîm Zamilî jî ji bo avê wekî şantaj bikar neyînîn û bi ser Iraqê de berdin, ev hişyarî da Îran û Tirkiyê û gefa qedexekirina bazirganiyê xwar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin