Îsraîlê êrîşî ser hêzên girêdayî Şamê kirin

Îsraîlê êrîşî ser hêzên girêdayî Şamê kirin

PeyamaKurd - Hêza hewayî ya Îsraîlê li bajarên Suweyda û Derayê yên başûrê Sûriyeyê li dijî hêzên ewlehiyê yên girêdayî Şamê yên ku li başûrê Sûriyeyê bi cih bûne, êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên şer ên Îsraîlê doh bi şev baregeheke leşkerî ya li bejahiya Suweydayê ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê lê kom dibûn bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li bejahiya Derayê jî heman êrîş pêk anîn.

Li gorî raporên destpêkê, balafirên şer ên Îsraîlê li derdora gundê Sala yê Swêdayê, çend gundên li gundewarê rojavayê Swêdayê, navendên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê û hêzên eşîran ên girêdayî wê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê li nêzî gundê Rîma Hazim û derdora bajarê Swêdayê jî heman hedefan bombebaran kirin.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.