Trump: Em ê nehêlin kes êrîşî dolar bike!

Trump: Em ê nehêlin kes êrîşî dolar bike!

PeyamaKurd - Trump ji ber kêmasiya bazirganiyê BRICS û Hindistanê hedef digire. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku BRICS "komek welatan e ku li dijî Amerîkayê ne û dolar hedef digirin" û got, "Em ê nehêlin kes êrîşî dolar bike."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Trump di merasîma îmzekirina qanûna li ser deynên xanî ji bo veteranan de li ser bûyerên heyî şîrove kir.

Trump îdia kir ku ew bi Hindistanê re dost û hevalbend in, lê welat di bazirganiyê de bi wan re dadperwer nebûye.

Trump di derbarê baca ji sedî 25 ku wê li ser Hindistanê were sepandin de got ku Serokwezîr (Narendra) Modi dost e lê pir bi wan re bazirganî nake.

Trump diyar kir ku Hindistan gelek tiştan difiroşe welatê wî lê ji DYA pir tiştan nakire û got, "Ma hûn dizanin çima? Ji ber ku ew baca pir zêde disepînin. Niha ew amade ne ku wan bi girîngî kêm bikin. Em bi Hindistanê re di danûstandinan de ne û em ê bibînin ka çi dibe."

Trump herwiha êrîşî BRICSê kir ku damezrînerên wê Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr in, û got, "Wekî ku hûn dizanin, komek welatan bi navê BRICS heye ku bi bingehîn li dijî DYAyê ye û Hindistan endamê wê komê ye. Ev avahî êrîşek li ser dolar e. Em ê nehêlin ku kes êrîşî dolar bike."

Trump destnîşan kir ku DYA bi welatên BRICS re kêmasiyek bazirganiyê ya girîng heye û tekez kir ku ew ê nehêle ku ev di dema serokatiya wî de berdewam bike.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.