Hikûmeta Sûriyê biryar da ji bo lêkolîna bûyerên li Siwêdayê komîteyek lêkolînê ava bike

Hikûmeta Sûriyê biryar da ji bo lêkolîna bûyerên li Siwêdayê komîteyek lêkolînê ava bike

PeyamaKurd – Di axuyaniyeke ji Wezareta Dadê ya Sûriyê hat ragihandin, komîteyek ji bo lêkolîna bûyerên li Siwêdayê hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de, ku tê de hatiye gotin ku komîte ji heft endaman pêk tê, di nav de Kurdek bi navê Tariq Kurdî jî heye, hatiye gotin, "Encamên lêkolînê dê di sê dorên cuda de werin pêşkêş kirin, û encamên dawî dê di nav sê mehan de wekî raporek werin amadekirin."

Herwiha hat gotin ku komîte xwediyê desthilatê ye ku ger pêwîst be ragihandina encaman sê mehan paş bixe.

Pevçûnên di navbera hêzên Durzî û Bedewî de li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyê roja Yekşemê, 13ê Tîrmeha 2025an dest pê kirin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.