Îsraîlê êrîşên hewayî bir ser Lubnanê!

PeyamaKurd - Îsraîlê herî kêm heft êrîşên hewayî li ser Geliyê Bekaa û rêzeçiyayên Baalbek ên li Lubnanê pêk anîn.
Îsraîl di Mijdara par de bi Lubnanê re peymanek agirbestê çêkir.
Li gorî raporan, artêşa Îsraîlê îro (Pêncşem, 31ê Tîrmehê) herî kêm heft êrîşên hewayî li ser Geliyê Bekaa û rêzeçiyayên Baalbek ên li başûrê Lubnanê pêk anî.
Hejmara qurbanî û ziyanên êrîşan hîn nayê zanîn.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Naîm Qasim di 30ê Tîrmehê de diyar kir ku danûstandinên derbarê radestkirina çekan de bi vekişîna Îsraîlê ji Lubnanê ve girêdayî ne û got, "Kî niha daxwaza radestkirina çekên me bike, wê hingê wan radestî Îsraîlê bike. Ji ber vê yekê, kî vê daxwaz bike, wê xizmeta projeya Îsraîlê bike."
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê red kir ku peymana agirbestê herêma bakurê Çemê Litanî digire nav xwe û got, "Me alîkariya dewletê kir, peymanê bicîh bîne ku tenê herêma başûrê Çemê Litanî digire nav xwe. Her kesê ku agirbestê bi radestkirina çekan ve girêdide, divê bizanibe ku ev meseleyek navxweyî ye."





